Hinek deverên Şirnexê, ji bo çûnûhatê 15 roj hatin qedexekirin

Hinek deverên Şirnexê, ji bo çûnûhatê 15 roj hatin qedexekirin

PeyamaKurd – Parêzgeriya bajarê Şirnexê (Şırnak) hinek deverên Şirnexê, ji bo 15 rojan, ji çûnûhatê re qedexe kir. Li gor agahiyan wê di deverên jêr de operasyonên ser PKKê bên kirin.

Deverên ji bo demkî hatine qedexekirin Besta, Çiyayê Gabarê, Çiyayê Cûdî, çiyayê navbera Silopiya û Qilabanê, li Beytuşebabê deverên Kelmehmetler, Dönmezler, Kovankaya, Tahtareş, Husrevpaşa ku navên wan yên Kurmancî nehat zanîn, Zozanê Suhurpaşa, İncebeldağları, Faraşin, Altındağları, Beytuşşebab û di nav sînorê Qilaban (Uludere) de, devera Oymakaya hene.

Parêzgeriya Şirnexê ragihand ku ti kes di nav rojên 28.12.2024- 11.01.2025an de, bê îzna parêzgeriya Şirnexê, qeyemeqamiyên deveran û hêzên asayîşê neçe deverên navborî û ne ji heman deveran bê îzin derên.

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.