HSDyê derbarê teqîna li Minbicê de daxuyanî da

HSDyê derbarê teqîna li Minbicê de daxuyanî da

PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ya li Minbicê şermezar kir û ragihand ku ti têkiliya wê bi bûyerê re nîne.

Duh danê êvarê li ber mizgefta nêzî El Seraya ya navenda bajarê Minbicê wesayîteke bombebarkirî teqiya.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeya (SOHR) di bûyerê de ziyanên madî rû dane.

 Di bûyerê de tu ziyanên canî çênebûn, lê heta niha tu kesî berpirsatiya teqînê negirtiye ser xwe. Lê belê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS ya ku Tirkiye piştgiriya wê dike, HSD berpirsyara êrîşê dît.

Ji aliyê din ve di daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya bi ser HSDyê de wiha hat gotin: "Em êrîşa terorîstî ya duh bi şev li Minbicê pêk hat şermezar dikin. Tu têkiliya hêzên me bi êrîşê re nîne."

Di daxuyaniyê de ji bo ANSyê îfadeya "Çekdarên tirk ên ku mirovan dikujin, talan dikin û ditirsînin" hat bikaranîn û ji şêniyên Minbicê jî banga "alîkariyê ji bo dîtina berpirsyarên rastî yên teqînê" hat kirin.

 

 

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.