Rejîma Îranê li Şinoyê 4 kurd girtin
PeyamaKurd – 4 kurdên ji Şinoya Rojhilatê Kurdistanê yên bi navê Murad Ebdullah Omerî, Nûredîn Mala Elîzade, Tofîq Emînî û Mihemed Behrozî ji aliyê Dezgeha Îstixbarata Pasdarên Şoreşa Rejîma Îranê ve hatin girtin.
Li gorî rapora ku gihîştiye destê Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê, îro (27.12.2024) serê sibê herî hindik 4 kurd li bajarê Şinoyê hatine girtine.
Li gor zanyariyên Hengawê, hêzên Îdareya Îtila’et (dîsîplîn) Artêşa Îranê bêyî nîşandana tu belgeyên qanûnî bi ser malên wan kurdan de girt û bi tundî ew girtin û ew birin navendên binçavkirinê yên bajarê Ûrmiyeyê.
Hengaw tekez dike ku jeya dema nivîsandina vê nûçeyê jî, tu zanyariyên berfireh li ser sedemên girtina wan, îdiayên ku ew pê tên sûcdarkirin û aqûbeta van 4 kurdan, li ber dest nînin.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.