Keşeyê Rojavayê Kurdistanê banga yekîtiyê li ENKS û Rêveberiya Xweser kir

Keşeyê Rojavayê Kurdistanê banga yekîtiyê li ENKS û Rêveberiya Xweser kir

PeyamaKurd - Keşeyê Dêra Yekîtiya Xiristiyanî ya li Dêrik a Rojavayê Kurdistanê Dr. Neîm Yûsif banga yekrêziyê li ENKS û Rêveberiya Xweser kir.

Keşe Dr. Neîm Yûsif, li ser rûpela xwe ya Facebookê daxuyaniyek belav kir û tê de, bang li Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Rêveberiya Xweser a girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir, ji ber pêşeroja Sûriyê hîn ne zelal e û gefên derve li ser herêmê hene, di zûtirin demê de li hev bikin.

Keşe Yûsif got ku banga wî li hemû xelkê ye û her kes hêviya yekîtiyê di navbera ENKSê û Rêveberiya Xweser dike da ku hêzeke bibandor bin di qonaxa avakirina Sûriyê de.

Neîm Yûsif bang li partiyên Xiristiyan jî kir, şandeke hevbeş ava bikin û daxwaza mafên Kurd, Ereb û Xiristiyanan li Şamê bikin.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.