Putin, di rêya telefonê de ji bo balafira Azerbeycanê ji Îlham Aliyev lêborînê xwest
PeyamaKurd – Balafira rêyên hewayî ya Azerbeycanê ku sefera Baku-Grozniyê dikir, li Kazakistanê nêzî balafirgehê ketibû û tê de 38 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Hatibû gotin ku balafir bi fuzeya Rûsyayê ketiye û li ser mijarê xebatên teknîkî destpêkiribûn.
Rayedarên Azerbeycanê piştrast kiribûn ku balafir bi fuzeya "Pantsir-S" ya Rûsyayê xistine. Li ser ketina balafirê serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Aliyev geriyabû û taziyên xwe dabû Azerbeycanê.
Niha Putin car din telefonekî da serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev û got ji ber bûyer di seha hewayî ya Rûsya de çêbûye lêborîna xwe xwest. Putin got ku di dema balafir xwe datanî Grozniyê, İHAyên Ûkraynayê êrîş dikirin Rûsyayê û di dema balafir xwe datanî balafirgehê, sîstema bergirya Rûsyayê dixebitî an ku aktîv bû.
Li ser mijarê berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov li ser ketina balafira Azerbeycanê û hinek mijarên din daxwuyanî da rojnamevanan û got ku serokê Rosaviatsiyayê (Rêyên hewayî yên Rûsyayê) Dmitriy Yadrov li ser qezayê daxwuyaniyan daye, di mijara lêkolîna qezayê de wê desteka tam bidin Azerbeycanê û Kazakistanê.
Peskov got ku li benda rapora encamê ne û ne raste ku di mijarê tiştekî bêje.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.