Li bajarokekî Rojhilatê Kurdistanê tabelaya Kurdî hate rakirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku bi fermana qeymeqamê Xoyê yê bakurê parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê tabelaya Şaredariya Kotolê ya ‘Bi xêr hatin Kotolê’ hate rakirin.
Hate zanîn ku qeymeqamê Xoyê Hisên Ebasî doh tabelaya ku ji aliyê Şaredariya Kotolê ve roja çarşemê hatibû danîn rakiriye ku li ser bi alfebeyên Erebî û Latînî “Bi xêr hatin bajarê Kotolê” hatibû nivîsandin.
Heman tabela bi fermana Şaredarê Kotolê Silêman Mame ve hatibû danîn.
Silêman Mame xelkê bajarê Bokanê ye û sala borî wekî Şaredarê Kotolê dest bi kar kiribû.
Li gorî çavkaniyên deverê rakirina tabelayê di nav xelkê Kotolê de bûye sedema nerazîbûnan. Şaredarê Kotolê jî ji kesayet û çalakvanên bajêr re gotiye, nivîsandin û danîna tabelayan di çarçoveya desthilata şaredariyê de ye û ew dê hewl bidin careke din wê tabelayê deyînin.
Bajarokê Kotolê yê parêzgeha Urmiyê 5 kîlometreyan dûrî sînorê Bakurê Kurdistanê ye ku piraniya şêniyên wê Kurd in û hinek jî Azerî ne.
Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.