Sûriyê wê doza 300 milyar dolarî li Îranê veke

Sûriyê wê doza 300 milyar dolarî li Îranê veke

PeyamaKurd – Rêvebiriya nû ya Sûriyê wê bi rêya dadgehên navdewletî daxwaza 300 milyar dolar tazmînatê ji Îranê bike, bi hêceta ku wan ziyanên li wî welatî bi piştevaniya serokê hilweşiyayî Beşar Esed parve kirine.

Serokê HTŞê Ehmed El Şara ku rêveberiya demî ya Sûriyeyê girtibû ser milê xwe, ragihand ku wî bi awayekî fermî dest bi pêvajoya serhildanê ya li Sûriyeyê kiriye.

Îranê daxwaza tazmînatê kir

Li aliyê din rêveberiya Îranê ji hikûmeta nû ya Sûriyeyê xwest ku deynên di bin rêveberiya Esad de bide.

Îranê diyar kir ku ew li bendê ne ku 30 milyar dolar tazmînat bê dayîn û got, "Hikûmet biguhere jî, wê dev ji îdiayên Îranê yên li ser Sûriyeyê bernedin. Rêveberiya nû ya li Sûriyeyê bê avakirin, wê neçar bimîne ku vî deynê bide gelê Îranê."

Sûriyê jî daxwaza tazmînatê kir

Hikûmeta demkî ya El-Şaara ji bo daxwaza tazmînatê ya Îranê gavek avêt.

Li gorî nûçeya rojnameya El-Modon a Lubnanê hatiye weşandin, rêveberiya nû ya Sûriyê xwe amade dike ku bi rêya dadgehên navneteweyî 300 milyar dolar tazmînat ji Îranê bixwaze.

 
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.