Sûriye | Li Şamê goreke komî ya jinan hate dîtin

Sûriye | Li Şamê goreke komî ya jinan hate dîtin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li herêma El Zeynebiye ya Şamê goreke komî hatiye dîtin ku tê gotin, termên 400 jinan tê de hene.

Piştî ketina rejîme Beas a 60 salan li Sûriyê, deshilata nû ya welêt lêgerînên bo gorên komî û çarenivîsa kesên di girtîgehên rejîmê de winda bûne berdewam dike.

Herî dawî li herêma El Zeynebiye ya nêzîkî Şamê, goreke komî ya jinan hatiye dîtin ku tê gotin, girtiyên li girtîgeha Sednaya hatine kuştin li wir hatine binaxkirin.

Xizm û nasên qurbaniyan niha li ser gora komî li cil û alavên xizmên xwe digerin daku bizanin bê li wir hatine binaxkirin yan na.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.