Balafira rêwiyan a Azerbaycanê ya ket xwarê bi moşeka Rûsyayê hat xistin!

Balafira rêwiyan a Azerbaycanê ya ket xwarê bi moşeka Rûsyayê hat xistin!

PeyamaKurd – Di rapora ku di derbarê qezaya ku li Qazaxistanê de balafira Rêhewayên Azerbaycanê ketibû xwarê û di encamê de 38 kes jiyana xwe ji dest dabûn de hat amadekirin de, hat diyarkirin ku balafir bi moşeka pergala parastina hewayî ya Rûsyayê Pantsir-S ketiye.

Balafira rêwiyan a Embraer 190 a aîdî Rêhewayên Azerbaycanê doh li nêzî bajarê Aktau yê Qazaxistanê şewat derket û ket xwarê.

Di qezaya ku 38 kesan jiyana xwe ji dest dan de 29 kes bi mucîzeyî hatin xelaskirin û dermankirin.

Di bergeha lêpirsîna ku derbarê qezayê de hat destpêkirin de rapora lêpirsîna ewil hat eşkerekirin.

Di lêkolînên destpêkê de hat diyarkirin ku balafira Rêhewayên Azerbaycanê ku ji Bakûyê ber bi Grozniyê diçû, li nêzî Grozniyê bi moşeka pergala parastina hewayî ya Rûsyayê Pantsir-S hatiye xistin.

Rêhewayên Azerbaycanê jî daneyên di raporê de piştrast kir û ragihand ku bi moşekên Rûsyayê êrîşek hatiye kirin.

Balafir xistin xwarê û destûr nedan daketinê

Di rapora ku di derbarê lêkolînê de hat amadekirin de, hat gotin ku sîstemên hewayî yên Rûsyayê bi moşekê li balafirê xistine û tevî daxwaza pîlotên daketina lezgîn jî, balafira xerabûyî nehiştiye ku li tu balafirgeha Rûsyayê dakeve û ferman da ku li ser Deryaya Xezerê ber bi Aktauya Qazaxistanê ve bifire.

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.