Êrîşa li derdora nexweşxaneyê li Xezzeyê: 50 kes mirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di êrîşên balafirên şer ên Îsraîlê yên li derdora Nexweşxaneya Kemal Advan a li Şerîda Xezzeyê de 5 jê xebatkarên tenduristiyê 50 kes mirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve li Xezzeyê hat dayîn de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê avahiyên derdora Nexweşxaneya Kemal Advan a li bakurê Xezzeyê bi êrîşên hewayî bombebaran kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrîşên hewayî yên Îsraîlê de 5 jê xebatkarên tenduristiyê bi tevahî 50 kesan jiyana xwe ji dest dane û hat diyarkirin ku 2 xebatkarên tenduristiyê Abdulmecîd Ebû el-Ayş û Mahir el-Acramî, di êrîşê de li nêzî nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan û hîn jî cenazeyên wan ji kolanê nayên derxistin.
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku gelê sivîl ên li Xezzeyê li hemberî êrîşên Îsraîlê biparêzin.
Di daxuyaniya berê de hatibû ragihandin ku di êrîşên bombeyî yên Îsraîlê yên li derdora Nexweşxaneya Kemal Advan de 5 personelên tenduristiyê yên Filistînî jiyana xwe ji dest dane.