Rêxistinên civakî yên Elewiyên Humusê xwestin ku xelk ji gengeşeya mezhebî xwe dûr bixe
PeyamaKurd – Xelkê Sûriyê bi giştî hem ji aliyê netewe û hem ji aliyê dîn de gelek tevliheve û her wext dikare bibe bingeha şer û pevçûnan. Li bajarê Helebê berê avêtibûn ser gora Ebu Abdullah Huseyin el-Hasibi, 5 wezîfedarên goristanê kuştibûn û li ser vê bûyerê xelkê Elewî daketibû kolanan.
Rêxistinên sîvîl yên Elewî ketin dewrê, xwestin xelk ji dijberiyên mezhebi xwe dûr bixin û çekên di destê xwe de, bidin rayedarên dewletê.
Dezgeyên Elewî yên bajarê Humusê jî li ser protestoyên van rojan, daxwuyanî dan û ji bo parastina hûzûra navxwe û ji tehrîkên medyayê xwe dûr bixin, xwestin di mijarê de xelk hişyar be. Rêxistin xwestin ku sloganên li ser bingeha mezheb û ji gotinên tehrîkkar herkes xwe dûr bixe.
Dîmenên xerabkirina gorsitanê, di 5ê mehê de ketin ser medyayê û li ser xerabkirina gorê xelkê Elewî li Lazkiye, Tartus, Hama û Humus ketin kuçeyan. Li ser bûyerê wezîrê hukumeta demkî yê agahdariyê Muhammed El 0mer ragihandibû ku dîmen gelek kevnin û hinek destên xef dixwazin dijminahiya hundir geş bikin.
Li ser bûyerê rêvebirê Mala Çandêriyê yê Mafên Mirovan yê Sûriyê ku navenda wê Londra ye (SOHR) Rami Abdulrahman got:
“Dema dîmenên bûyerê ketin ser medyayê, belkê mirov dikaribû bi lêborînekî rewşê aram bikira. Lê ev bûyera ku li Helebê çêbû, li hissên civakê ket. Gor, di nav xelkê de pîroze û bandora bûyerê wekî şewata agir belav bû.”
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.