Çalakiyên li Mozambîkê her diçe zêdetir dibin: 21 mirî

Çalakiyên li Mozambîkê her diçe zêdetir dibin: 21 mirî

PeyamaKurd – Li Mozambîkê pirştî konseya destûrê encama hilbijartina serokkomariyê tesdîq kir, di protestoyan de 21 kes mirin. Di bûyeran de dukkanan yaxma kirin, alavan şewitandin û hêzên asayîşê bi çekan mudaxeleya çalakvanan kirin. Di nav 21 kuştiyan de 2 ji wan polîs in.

Di hilbijartina serokê dewletê de, namzedê Eniya Rizgariya Mozambîkê hilbijartinê qezenc kir û konseya destûrê encama hilbijartinê erê kir. Piştî erêkirinê li payîtexta Mozambîkê li Maputo û bajarê Beirayê xelk daket kolanan, dukkanan yaxma kirin û erebeyan roxandin.

Wezîrê karên hundir yê Mozambîkê Pascoal Ronda, li Maputoyê civîna çapemeniyê lidarxist û got ku piştî biryara dadgehê ya di derbarê hilbijartina serokê dewletê de, çalakî destpêkirine û ji aliyê destekvanên namzedê duyem Venancio Mondlane de çalakî hatine kirin.

Ronda got ku li seranserê welat di nav 24 seetan de 236 çalakiyên bi şiddet çêbûne, 21 kes mirine, 13 sîvîl û 12 polîs birîndar bûne. 25 erebeyan şewitandine, êrîşê ser 11 navendên polîsan kirine û 86 zîndanî reviyane.

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.