Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê: Dibe ku beriya sala nû hevdîtina DEM-Îmraliyê pêk were
PeyamaKurd – Çavkaniyên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ji ajansa Euronewsê ya tirkî re axivîn û diyar kirin ku dibe ku di demeke nêz de di navbera Partiya DEMê û Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye hevdîtin bê kirin.
Çavkaniyên Wezareta Dadê diyar kirin ku dê di demeke nêz de daxwaza hevdîtinê ya Partiya DEMê were qebûlkirin û der barê serdana Îmraliyê de jî gotin, “Dibe ku hevdîtin beriya sala nû pêk were.”
Rayedaran diyar kir ku têkildarî heyeta ku wê biçe Îmraliyê lîste nehat dayîn û got, “Kî serlêdan bike dê biçe.”
Çavkaniyên wezaretê diyar kirin ku têkildarî şandeya ku dê biçe Îmraliyê lîsteyek ji Partiya DEMê nehatiye xwestin, lê belê di nav kesên navborî Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Sirri Sakik de ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirine.
Têkildarî îdiayên ku dê di rojek an du rojan de civîn bê lidarxistin, rayedarê wezaretê got, “Li gorî min şert û mercên hewayê niha ji bo çûyînê ne guncaw in.”
Çavkaniyên Partiya DEMê jî gotin, “Der barê serdana Ocalan de ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê Wezareta Dadê ve ji me re nehatiye şandin.”
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.