Îsraîlê li balafirgeha Sanayê û lîmana Hudeydeyê xist

Îsraîlê li balafirgeha Sanayê û lîmana Hudeydeyê xist

PeyamaKurd – Îsraîlê ji hewa de bi balafiran li balafirgeha navdewletî ya Sanayê û li lîmana Hudeydeyê ya li Yemenê xist. Di wexta êrîşê de serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO)yê Tedros jî li balafirgehê bû û di êrîşê de hinek kes birîndar bûn.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu daxwuyanî da û got ku rêxistina terorê Hûsiyan xistine hedefa xwe. Netenyahu got ku biryarê dane wê milê terorê yê Îranê bişkênin.

Serokê WHOyê Tedros, ragihand ku ji bo girtiyê wezîfedarên NY yê li Yemenê serbest bê berdan û ji bo li ser rewşa mirovî ya Yemenê raveyan bikin li Yemenê ye. Tedros got:

“2 seet berya niha, dema ez li Sanaye li balafirê siwar dibûm, balafirgeh hat bombekirin. Ji muretebatê balafira me kesekî birîndar bû. Li balafirgehê herî kêm 2 kes mirin. Barûya kontrola trafîkê ya balafirgehê, avahiya termînalê û pîsta ku ji me çend metre dûr bû, xesarê dît.”

Ajansa Hûsiyan ragihand ku di êrîşan de 3 kes mirine û birîndar hene. Îsraîlê bi balafirgeh û lîmanê re li 2 santralên enerjiyê jî xist.

Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.