Wezîrê Tirkiyê Ali Yerlikaya bi hemkarê xwe yê Iraqî bi Şemerî re hevdînekî kir
PeyamaKurd – Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Ali Yerlikaya, bi hemkarê xwe yê Iraqî bi Abdulemir Şemerî re hevdîtinekî pêkanî. Ali Yerlikaya li ser hevdîtinê di ser hesabê xwe yê medya civakî de agahiyan parvekir û got:
“Em di hevdîtinê de li ser terorê, sûcên organize, koç, têkoşîna karê qaçax yê koçberan, ewlehiya sînoran û perwerda hêzên asayîşê axifîn. Hevkariya navbera her dû wezaretan mijareka me ya din bû û ji bo seredana Şemerî ya bi nezaket sipasiya wî dikim.”
Li ser hevdîtina her dû wezîran balyozxana Iraqê ya Ankara jî daxwuyanî da û got:
“Di civînê de peymana hevkariya ewlehiyê ku di navbera her dû dewletan de hatibû îmzakirin û li ser xebatên komîsyonê axifîn. Di hevdîtinê de, di navbera her dû dewletan de li ser têkoşîna bi terorê re, îada sûcdaran, têkoşîna bi maddeyên hişbir re, sûcên rêxistinî, qaçaxçîtiya li ser sînor û mijarên hwd. hebûn.”
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.