Putin: Slovakya amade ye ku ji bo hevdîtinên Rûsya-Ûkraynayê mazûrvaniyê bike

Putin: Slovakya amade ye ku ji bo hevdîtinên Rûsya-Ûkraynayê mazûrvaniyê bike

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî zîrwa BDTê ragihand ku Slovakya amade ye ku ji bo hevdîtinên Rûsya-Ûkraynayê mazûrvaniyê bike. Putin di ser de ragihand ku ji bo sewqiyata gazê ya ji bo Ewrûpayê astengî ne ji Rûsyaye lê ji ÛKrayna û Polonya ye.

Putin ragihandina xwe li bajarê St. Peterburgê piştî civîna Civaka Dewletên Sebixwe (BDT)ê kir, behsa şerê navbera Rûsya-Ûkrayna kir û got ku di seredana çend roj berê ya serokê dewleta Slovakyayê ya Robert Fico de, xwestiye ku rola mazûrvaniyê bigre ser xwe. Putin got:

“Dibe munaqeşeyên birêz Fito bi rêvebiriya Ûkrayna re û ji YEyê bi hinek kesan re hebe. Di mijara têgihiştinê de dibe lihev nekin lê dixwaze mijar di rêya aştiyê de çareser bibe. Ji bo muzakereyên agirbesê Slovakya amadeye bibe xwediyê malê. Em naxwazin tenê şerê li Ûkraynayê rawestînin lê em dixwazin dawiyê lê bînin.”

Putin, li ser mijara gaza Rûsyayê ya ku diçe Ewrûpayê got ku astengî ne ji Rûsyaye lê wê peyman neyê nûhkirin û weha dewam kir:

“Niha me li hev nekiriye û nabe ku di navbera 3 an 4 rojan de bibe. Gotin ku wê peymanê nûh nekin. Eger naxwazin ne hewceye. Rûsya nebûye asteng. Ûkrayna û Polonya xeta di ser axa welatê wan de derbas dibe, girtine û sewqiyata gazê dane sekinandin.

Em dixwazin sewqiyatê bikin Ewrûpayê. Rûsya amadeye di ser Ûkrayna de gazê bişîne Ewrûpayê. Doza ku rêvebiriya Kievê vekiriye, îznê nade sewqiyatê.”

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.