Rûsya ji xeta sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê bi temamî vekişiya
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Rûsyayê piştî vekişandina hêzên xwe yên Qamişloyê niha jî hêzên xwe yên baregeha leşkerî ya li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê vala kir.
Piştî ketina rejîma Beşar Esed di 8ê Kanûna 2024an de, hêzên Rûsyayê dest bi vekişîna ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kiribûn.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Rûsyayê baregeha leşkerî ya li Amûdê jî vala kiriye.
SOHRê da zanîn ku hêzên Rûsyayê ji bo alav û wesayîtên xwe yên leşkerî veguhêzin baregeha Himeymîmê ya Laziqiyeyê ber bi balafirgeha Qamişloyê ve bi rê ketine. Hêzên Rûsyayê çend roj berê jî ji baregeha xwe ya Kobaniyê vekişiyabûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, hêzên Rûsî sala 2019an bi destpêkirina êrîşên Tirkiyeyê li ser Girê Spî û Serê Kaniyê re li dibistaneke amadehiyê ya teknîkî ya li başûrê bajarê Amûdê bi cih bûbûn. Li gorî peymana Soçiyê ya navbera Tirkiye-Rûsyayê, hêzên Rûsî xeta sînorê Tirkiyê ji HSDê diparastin û herdu aliyan li ser xeta sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê dewriyeyên leşkerî pêk tanîn.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.