SOHR: Elewiyên Sûriyeyê li dijî desthilatdariya HTŞyê derketin qadan

SOHR: Elewiyên Sûriyeyê li dijî desthilatdariya HTŞyê derketin qadan

PeyamaKurd – Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand; elewiyan li Hums, Hema, Tertûs û Laziqiyê, li dijî rêveberiya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) xwenîşandan organîze kirin. 

SOHRê îdia kir ku HTŞyê gule li xwenîşanderan reşandiye û kuştî û birîndar hene.

SOHRê di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku gelek civakan, bi taybetî jî elewî, li Hums, Hema, Tartus û Laziqiyê, îdia kirin ku rêveberiya HTŞyê êrîşî wan kesan kiriye ku dema rêveberiya Esad dema karmend bûne û ji bo protestokirina vê yekê derketine qadan.

SOHRê diyar kir ku ji bo protestokirina êrîşên li dijî sembolên olî û pîroziyên mezheba elewiyan xwepêşandan li dar xistine.

Li gorî nûçeya kanala El Erebiye, endamên HTŞyê li Hums û Tertûsê gule berdane xwenîşanderan.

Paşê, dema ku xwenîşanderan bi heman awayî bersiv daye, pevçûn derketine.

SOHRê jî ragihand ku HTŞyê gule li xwenîşanderan reşandiye, kuştî û birîndar hene

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.