Li Awûstralyayê şewatên daristanan ji kontrolê derketin!
PeyamaKurd – Şewata daristanan a li eyaleta Vîctorîa ya Awûstralyayê dewam dike, qadeke ji 70 hezar hektarî hilweşand. Şewata ku ji kontrolê derketibû li Parka Neteweyî ya Grampians yek ji sê parên parka neteweyî bandor kir. Digel ku hişyarî hat dayîn ku li deverên ku fermanên valakirinê lê hatine dayîn baldar bin, ji 100î zêdetir îtfaiye ji dewletên din ji bo piştgiriyê hatin şandin.
Li eyaleta Vîctorîa ya Awûstralyayê li cihên cuda şerkirina daristanan didome. Şewata li Parka Neteweyî ya Grampiansê ku di nav şewatan de herî mezin e, ji kontrolê derket. Şewata ku ji sê parek zêdetir parka neteweyî belav bûye, heta niha 70 hezar hektar erd kiriye xwelî. Welatiyên herêmê hişyarî dan ku baldar bin. Ji hin bajaran re ferman hat dayîn ku werin valakirin.
Zêdetirî 100 îtfaiye ji Queensland, New South Wales û herêma paytexta Awûstûralya ji bo piştgirîkirina xebatê şandin eyaleta Victoria. Li gel ku heta niha ti ziyanên canî û madî çênebûne, lê bi qasî 600 îtfaiyeyan xebatên vemirandinê berdewam dikin.