Netanyahu li ser agirbestê daxuyanî da

Netanyahu li ser agirbestê daxuyanî da

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu doh di daxuyaniya xwe ya piştî civîna kabîneya ewlehiyê de diyar kir ku peymana agirbestê ya bi Lubnanê re wê ji bo erêkirinê pêşkêşî civata wezîran were kirin.

Netanyahu di daxuyaniya xwe ya piştî civîna kabîneya ewlehiyê de îdia kir ku Hîzbullah hemû hêza xwe wenda kiriye û diyar kir ku artêşa Îsraîlê ew bi dehan salan paşve birin.

Netanyahu diyar kir ku artêşa Îsraîlê piraniya lîderên Hîzbullahê kuştin û binesaziya wan hilweşand û got ku welatiyên li bakurê Îsraîlê dijîn wê vegerin malên xwe.

Netanyahu got, "Di vî şerî de me piraniya armancên xwe bi cih anîn" û ragihand ku rêkeftina agirbestê ya bi Lubnanê re wê ji bo erêkirinê pêşkêşî civata wezîran were kirin. Netanyahu bal kişand ku ev peyman wê destûrê bide Îsraîlê ku balê bikişîne ser "tehdîda Îranê" û got, "Em rûyê herêmê diguherînin."

Netanyahu diyar kir ku heke Hîzbullah peymanê xera bike ew ê êrîşan bidomînin û wiha got, "Peymana baş ew peymana ku tê tetbîqkirin e û em ê bi cih bînin."

Li aliyê din di nûçeyên ku di çapemeniya Îsraîlê de hatin weşandin de hat gotin ku ev peyman wê ji aliyê lijneya wezîran ve bê qebûlkirin û wê îro bikeve meriyetê.

 
 
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.