Serokwezîrê Lubnanê piştî agirbestê bang li civaka navneteweyî kir!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mikatî bang li civaka navneteweyî kir ku "bi lez tevbigerin" û "tavilê agirbestê pêk bînin" ji bo rawestandina êrişên Îsraîlê.
Niştecihên Beyrûtê bi fikarên ku beriya peymanê êrîş zêde bibin dest bi derketina bajêr kirin.
Necîp Mîkatî piştî axaftina Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya derbarê agirbesta bi Lubnanê re daxuyanî da.
Mikatî bang li civaka navneteweyî kir ku "bi lez tevbigerin" û "tavilê agirbestê pêk bînin" ji bo rawestandina êrişên Îsraîlê.
Di dema ku dihat çaverêkirin ku agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de were pejirandin, êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Lubnanê berdewam kirin. Îsraîlê li başûrê Beyrûta paytexta Lubnanê gelek noqteyên hewayî pêk anî.