BCFê alîkarî gihand tîmên futbolê yên Efrînê

BCFê alîkarî gihand tîmên futbolê yên Efrînê

PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF), alîkariya alavên werzîşê gihand tîmên futbolê yên Efrînê û gundên wê.

Ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ya Efrînê, ji bo bilindkirina morala werzişvanan û bihêzkirina şiyanên wan, alavên werzîşê li tîmên werzîşê yên li navçeyên cuda yên Efrînê belav kir.

Endamê Desteya Rêveberiya BCFê li Efrînê Ebdulwahid Emîn li ser vê helmeta alîkariya werzîşvanan got: “Em berdewam in li ser kar û projeyên xwe yên cuda. Ji bo piştevanîkirina tîmên werzişê, me îro kelûpel û keresteyên werzişê li tîmên cuda yên herêma Efrînê belav kirin, ji bo ev ciwan şiyanên xwe bipêş bixin û berdewamiyê bidin werzişa xwe.”  

Hêjayî gotinê ye, alav û keresteyên ku li tîmên werzişê hatine belavkirin, ji top, kincên werzîşê, alavên werzîşê û rahênanê pêk tên.

Werzişvanên Kurd ên Efrînê, spasiya xwe bo Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî anîn ziman ku gelek tiştên wan kêm bûn û hatine temamkirin.

BCF piştî erdheja 6ê Sibata 2023yan, wek yekemîn dezgeha xêrxwaziyê derbasî Efrînê û navçeyên bûye. Ji bilî pêşkêşkirina alîkariyên mirovî li ser xelkê herêmê, piştevanî daye gelek çalakiyên din ên wek xwendin, kursên zimanê kurdî û çalakiyên hunerî û werzişî.

Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.