300 hezar kesan serdana 10emîn Mihrîcana Hinaran a Helebceyê kir

300 hezar kesan serdana 10emîn Mihrîcana Hinaran a Helebceyê kir

PeyamaKurd - 10emîn Mihrîcana Hinar û Peyîzê ya Helebce wekî her sal îsal jî di werza gihandina hinarên Helebce de hate lidarxistin.

Mihricana ku hinar û berhemên bi hinaran hatine çêkirin tê de cih digirin, ji bo bazarkirina berhemên jinan jî derfetek baş ava dike.

Mihrîcana Hinaran û Payîzê ya Helebceyê ku du roj berê dest pê kiribû, îro di roja sêyemîn de bidawî dibe.

Bi sed hezaran kesan serdana wê mihrîcana ku gelek dîmenên ciwan tê de derketin holê kir.

Rêveberiya Geştûguzar a Helebceyê, derbarê birêveçûna mihrîcanê de daxuyaniyek da û ragihand, di nava sê rojan de 300 hezar kesan serdana mihrîcanê kiriye.

Hate diyarkirin, hejmara hatiye ragihandin hem kesên ji parêzgehê û hem jî kesên ji derveyî parêzgehê digire nava xwe.

Hate gotin ku di mihrîcanê de bi bihayê 1 milyar û 435 milyon dînar kirîn-firotina berheman jî hatiye kirin.

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.