Weşanên Dozê, 4 berhemên nû weşandin

Weşanên Dozê, 4 berhemên nû weşandin

PeyamaKurd – Weşanên DOZê ku yek ji saziyên weşangeriya kurdî ya bi navûdeng e, beriya Fuara Pirtûkan a Diyarbekitê 4 berhemên xwe yên nû da nasîn. Ji van 4 berhemên hatine çapkirin 2 jê bi kurdî û 2 jî bi tirkî ne.

Herdu berhemên ku bi kurdî hatine weşandin a bi navê Otobûsa Kesk û Tebeşîra Zer (Romana Efrînê) ne.  Ev her du berhem ji aliyê nivîskarê navdar Jan Dost ve hatine nivîsandin. Çîrokên her du romanan bi hev ve girêdayî ne û li Rojavayê Kurdistanê û Helebê diqewimin. Di van romanan de Jan Dost hewl dide trajediya malbateke ku ji ber şerê Sûriyê wêran bûye ji xwendevanan re eşkere bike. Engîn Ölmez edîtoriya romana Otobûsa Kesk û Ferec Koyistanî jî edîtoriya romana Tebeşîra Zer kiriye, Mem Al jî ji sêwirana bergê bo her du berheman kiriye.

Li gorî agahiyên ku ji weşanxaneyê hatine girtin, her du berhemên ku bi tirkî hatine weşandin jî, bi navê (Tezên li ser Neteweperweriya Kurdî – 1) Kürt Milliyetçiliği Üzerine Tezler – 1 ji aliyê Ercan İlgin ve ya û (30 Roj)  30 Gün ji aliyê Azad Sağnıç ve hatine nivîsandin.

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.