Festîvala Tehîn û Berhemên Herêmî ya Amediyê dest pê kir

Festîvala Tehîn û Berhemên Herêmî ya Amediyê dest pê kir

PeyamaKurd – Festîvala Tehîn û Berhemên Herêmî ku îsal cara duyemîn li navçeya Amêdiyê ya Dihokê tê lidarxistin, xwarinên herêmî, berhemên destkariyê û dê bên pêşandan.

Li gorî Tora Medyayê ya RÛDAWê radigihîne; Festîvala 2yemîn a Tehîn û Berhemên Herêmî ya Amediyê îro dest pê kiriye. Rêveberê Navçeya Çandiniyê ya Amediyê Hekar Hemîd diyar kiriye ku hemû amadekarî hatine kirin ji bo festîvala ku 2 rojan dê dewam bike.

Wî her wiha aniye zimên ku ew li bendê ne ku îsal gelek kes dê beşdarî festîvalê bibin.

Di çarçoveya festîvalê de ji bo beşdaran 60 stand hatin vekirin.

Di festîvalê de de ji bilî tehînê, hingivê herêmê, rîçal, xwarinên cuda yên kurdî, hunerên destkariyê û berhemên din dê bên pêşandan.

RÛDAW, bi bîr dixe ku par 15 hezar kesî serdana festîvalê kiribû û li navçeya Amediyê li dora 800 dekar erd tê çandin ku her sal nêzî 240 ton tehin jê tê hilberandin.

 

Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.