Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê destpê kir

Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê destpê kir

PeyamaKurd – Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan ku îsal şeşemîn car li Silêmaniyê tê lidarxistin, di roja vekirinê de gelek xwîner hatin cem hev. Xwendevanên ciwan û pîr eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê dan. Ji 12 welatên cuda 200 weşanxane beşdarî fûarê dibin.

Şeşemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê ku bi serpereştiya Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê tê lidarxistin, doh (28ê Mijdarê) destpê kir.

Fûara ku wê heta 8ê Kanûna Pêşiyê ya 2024an bidome, her roj saet di navbera 10.00-18.00an de wê mêvandariya ziyaretvanan bike.

Pirtûkên ku li seranserê fûarê têne pêşandan li ser kategoriyên cûda têne dabeş kirin. Ji sedî 40ê pirtûkan bi Kurdî û yên mayî jî bi zimanên biyanî ne.

 
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.