Komên dijî rejîmê yên bi pêşengiya HTŞê 6 kîlometre li derveyî Hemayê bi hêzên Esad re şer dikin

Komên dijî rejîmê yên bi pêşengiya HTŞê 6 kîlometre li derveyî Hemayê bi hêzên Esad re şer dikin

PeyamaKurd – Komên çekdar ên dijî rejîmê ku 6 kîlometran li derveyî navenda bajarê parêzgeha Hemayê ya Sûriyê bi hêzên rejîma Beşar Esed re şer kirin, di heman demê de Dibistana Efseran û qada leşkerî ya bi navê Lîwaya 87an jî xistin bin kontrola xwe.

Komên dijî rejîmê yên bi pêşengiya Heyet Tehrîr Şam ku ev 7 roj in bi hêzên rejîma Esed re şer dikin, ber bi parêzgeha Hemayê ve pêşve diçin.

Komên Zor El Mahruka, Zor El Heysa, Zor Ebû Zeyid, Zor El Meselih, Zor Ec-Cedid, Hattap, El-Rehcen, Serha Bakur, Başûr Serha, Merîcîb El-Cemelen, li bakurê Hama ⁠Şıheytir, El-Hasnevi, El-Şekusiye, Ebu Leffe, Musteriha, Beyyud, Servet û Maarşahrura û Girê Nasiriye xistin bin kontrola xwe.

Li rojhilatê Hemayê, Dibistana Efseran û herêma leşkerî ya Firqeya 87 a girêdayî rejîmê li nêzî Hemayê ketin destê komên dijberê rejîmê.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku helîkoptereke rejîmê êrîşî bajarokê Mardes a li bakurê Hemayê kir.

Li ser medyaya civakî jî îdia hat kirin ku pismamê Beşar Esed Alî Munîr Esed û parêzvanê wî Heysem Ebû Mezar li Sukeylabiyeyê di êrîşa balafirên bêmirov ên bi navê Şahîn da hatin kuştin. Lê ji çavkaniyên rejîmê derbarê pismamê Esed de tu daxuyanî nehat dayîn.

Komên dijî rejîmê, xeta yekem, Maptane-Halfaya-Taybet Îmam şikandin û ji sê aliyan ve ber bi navenda bajarê Hemayê ya di bin kontrola rejîmê de pêşve diçin, li ser xeta Kamhane-Muharde-Maar Suhûr bi Hêzên Rêjîmê re şer dikin.

Xeta pevçûnê 6 kîlometre dûrî navenda bajarê Hemayê ye. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên li qadê hatin hildan, rejima Esed bank û buroyên biyanî yên li Hemayê vala dike.

 
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.