8emîn Fûara Pirtûkan a Diyarbekirê hat vekirin

8emîn Fûara Pirtûkan a Diyarbekirê hat vekirin

PeyamaKurd – 8emîn Fûara Pirtûkan a Diyarbekirê îro hat vekirin. Tevî gelek weşanxaneyên kurdî, bi giştî 400 weşanxane dê beşdarî fûarê bibin ku dê di navbera 30ê mijdarê û 8ê kanûnê de pêşwaziya xwîneran bike. Nivîskar dê pirtûkên xwe îmze bikin û ew ê panel, hevpeyvîn û atolyeyan jî pêk bînin.

Fuara ku ji aliyê Koma Teşkîlata Fuara TUYAPê û bi hevkariya Yekitiya Weşangerên Tirkiyeyê û bi piştgiriya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê ve organîzekirin, dê cîhana pirtûkan û ya weşangeriyê li Diyarbekirê li hev bicivîne.

8emîn Fûara Pirtûkan a Diyarbekirê ku têketina wê belaş e, di navbera 30ê mijdarê û 8ê kanûnê de, di navbera saet di navbera 10.00 -19.00 de dikare bê ziyaretkirin.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.