Li Xarpêtê (Elazığ) 5em Fûara Pirtûkan vebû
PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) şaredariya bajêr 5em Fûara Pirtûkan lidarxist û ji 70 weşanxaneyan zêdetir tevlî fuara pirtûkan bûn.
Fûar, li şaredariya Xarpêtê li navenda kongre û fûara Ahmet Tevfik Ozan hat danîn. Di merasima vekirina fûarê de şaredarê Xarpêtê Şahin Şerifoğulları axifî û ragihand ku fûar ahengekî çand û civakiye. Şerifoğulları di axaftina xwe de got:
“Fûar weka cejnê ye. Temamê qismên civakê li vê derê hene. Em bi hemşehriyên xwe re li virin û ev organîzasyon gelek bi hemşehriyên me dikeve. Bi sedî nivîskarên me wê bi xwendevanên xwe re, li vê derê hev bibînin. Fûara me li ser xêrê be. Heya ez li ser kar bim dê xebatên weha dewam bikin.”
Gelek kes tevlî merasima vekirina fûarê bûn û wê fûar heya 24ê Sermawezê dewam bike.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.