Vladîmîr Pûtîn hunermendeke kurd xelat kir
PeyamaKurd – Stranbêja kurd a rûsî Zara Paşa Mihoyî li salona merasîma Yekatrina ya Kremlînê, bi “Madalyaya Dostaniyê” ya Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, hatiye xelatkirin.
Hunermend Zarayê derbarê xelatê de ji K24ê re diyar kiriye, xelat bi destê Alîkarê Serokê Ofîsa Serokomariya Rûsyayê Sergey Krienke ji bo wê hatiye pêşkêşkirin.
Zarayê ji ber vê xelatê kêfxweşiya xwe aniye ziman û spasiya Serokê Rûsyayê kiriye ji ber ku qedrê kar û çalakiyên wê yên hunerî digire.
Zarayê gotiye: “Muzîk ji bo min xwedî zimanekî gerdûnî ye, tu sînor û neteweyan nas nake. Çalakiyên min wê her tim di xizmeta yekîtiya gelan de bin. ”
Di 27ê kanûna pêşîn a 2017an de jî, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di merasîmekê de li Koşka Kremlînê, navê wê weke hunermenda herî navdar a Federasyona Rûsyayê anîbû ziman.
Di 4ê nîsana 2019an de, Vladîmîr Pûtîn cara duyemîn Madalyaya Rûmetê ya Pileya Duyem pêşkêşî Zara Mihoyî kiribû.
Duh cara sêyemîn bû ku xelat û madalyaya Vladîmîr Pûtîn ji bo Zara Mihoyî hatiye dayîn.
Zara Paşa Mihoyî tekane hunermenda kurd e ku li Rûsyayê xelatên wiha wergirtiye.
Zara bi zêdetirî 10 zimanan distirê û li çar aliyên cîhanê hezkiriyên wê hene.
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.