Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê destûr neda bernameya nivîskarê Kurd Hesenê Metê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, destûra lidarxistina bernameya ji bo nivîskarê Kurd Hesenê Metê ku bi xwe ji Erxeniya Diyarbekirê ye, neda.
Ji ber ku ji şaredariyê destûra lidarxistina bernameyê li Navenda Kongreyan a ÇanAmedê derneket, bername doh li şaxa Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ya Diyarbekirê birêve çû.
Weşanxaneya Avestayê ku pirtûkên Hesenê Metê çap dike, li ser platforma medya civakî Xê ragihand, “Şaredariya Diyarbekrê nehişt li Navenda Sezai Karakoç bernameya li ser Hesenê Metê çêbibe
Şaredariya Mezin a Diyarbekrê nehişt ku bernameya li ser nivîskariya Hesenê Metê “Divê tu binivisînî” li salona Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç bê çêkirin.”
‘Bêyî ti sedemekê îptal kirin’
Di parvekirina Avestayê de hate diyarkirin, “Destpêkê gotin erê, piştre îptal kirin û tu sedem nîşan nedan.
Hesenê Metê ev 40 sal e bi kurdî dinivîse, wergeran dike, heta niha bi dehan berhemên wî derketine. Ji Erxeniya Diyarbekrê ye û ev demeke dirêj e li Stockholmê dijî.
Bername, doho li Weqfa Beşikci pêk hat.”
Ev nivîs 5951 car hatiye xwendin.