Biden: Îsraîl û Lubnanê peymana agirbestê pejirandin

Biden: Îsraîl û Lubnanê peymana agirbestê pejirandin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de hatiye pejirandin.

Joe Biden doh ragihand ku di navbera hikûmetên Lubnan û Îsraîlê de rêkeftina agirbestê pêk hatiye û agirbest wê sibe saet 04:00 li gorî dema herêmê bikeve meriyetê.

Biden li Qesra Spî derbarê mijarê da daxuyanî da û wiha got:

“Ji Rojhilata Navîn nûçeyên min ên baş hene. Min bi serokwezîrên Îsraîl û Lubnanê re hevdîtin kir. Ez bi kêfxweşî radigihînim ku hikûmetên wan pêşniyara Amerîkayê ya ji bo bidawîkirina şerê wêranker di navbera Îsraîl û Hizbullahê de qebûl kirine."

Biden bal kişand ku Îsraîl wê di nav 60 rojan de gav bi gav leşkerên xwe ji axa Lubnanê vekişîne û got, "Sivîl wê di demek nêzîk de bi ewlehî vegerin warên xwe û dest bi avakirina malên xwe bikin."

 
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.