Êrîşa hewayî ya li ser sînorê Sûriye û Lubnanê: Kuştî û birîndar hene
PeyamaKurd – Êrîşeke asmanî ji aliyê balafirên şer ên nenas ve li ser çend xalan li gundewarê rojavayê parêzgeha Humsê li navenda Sûriyê pêk hat. SANAyê ragihand ku di êrîşan de 4 ji wan sivîl 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Balafirên nenas li gorî saeta herêmî saet derdora 23.55an de li bejahiya rojavayê Humsê sê êrîş pêk anîn.
Di êrîşan de, xalên leşkerî yên komên ku Îran piştgirîya wan dike, li bajarokên Ebûdiya, Cirmash û Debbusiyê, ku xalên derbasbûnê ne di navbera parêzgehên Hums û Tertûsê de, kirin armanc. Çapemeniya hikûmetê ragihand ku êrîşên saet 05:00an li ser deriyên sînor ên Lubnan-Sûriyeyê dewam kirine û 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî zanyariyan, di rojên borî de sewqiyata leşkerî li nêzîkî xalên navborî hatiye kirin.
Hat diyarkirin ku di êrîşan de gelek endamên çekdar mirine û gelek jî birîndar bûne.
Hikûmeta Sûriyê îdia kir ku Îsraîlê êrîş pêk aniye
Ajansa Dewleta Sûriyê SANA di nûçeya xwe de îdia kir ku hêzên Îsraîlê Arîda û Debbusiya kirine hedef.
SANAyê ragihand ku îro danê sibê saet 05:00an de di encama operasyonên ku li deriyên sînor ên Lubnanê pêk anîn de, 6 kes, 2 leşker û 4 sivîl, jiyana xwe ji dest dane û 12 kes jî birîndar bûne.
Çavkaniyekî leşkerî ji Wezareta Parastinê ragihand, di saet 05:00an de piştî nîvê şevê, dijminê Îsraîlê li bejahiya Humsê êrîşeke asmanî li dar xist û deriyên sînor ên di navbera Sûriye û Lubnanê li rojava, ji aliyê xaka Lubnanê ve kirin hedef.
Li gorî nûçeya SANAyê, di encama van êrîşan de 4 jê sivîl û 2 leşker 6 kes mirin, zarok, jin û xebatkarên Heyva Sor a Ereb ên Sûriyeyê jî di nav de 12 kes birîndar bûn. Hat diyarkirin ku di êrîşan de "xisareke madî ya mezin" çêbûye.
Ji aliyê din ve heta niha derbarê êrîşê de ti daxuyanî ji aliyê Îsraîlê ve nehatiye dayîn.
Hizbullah û komên ku Îran piştgirîya wan dike li bajarê Humsê pir zêde ne.
Îsraîl ji destpêka şerê navxweyî yê di sala 2011an de, car caran êrîşan li ser komên ku Îran piştgirîya wan dike û xalên leşkerî yên girêdayî artêşa Sûriyê li Sûriyê pêk tîne.