Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de ket meriyetê

Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de ket meriyetê

PeyamaKurd – Peymana agirbestê ya ku ji aliyê Serokê DYA Joe Biden ve piştî erêkirina hikûmetên Lubnan û Îsraîlê hatibû ragihandin, ji saet 04:00an ve bi saeta herêmî ve ket meriyetê.

Joe Biden di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku di navbera hikûmetên Lubnan û Îsraîlê de lihevkirina agirbestê pêk hatiye.

Biden ragihand ku agirbest wê îro saet 04:00 bi dema herêmî bikeve meriyetê û diyar kir ku Hêzên Çekdar ên Lubnanê wê di nava 60 rojan de li sînorê başûrê Lubnanê bi cih bibin û vê herêmê kontrol bikin.

Biden bal kişand ser wê yekê ku di peymanê de bêçekkirina endamên Hizbullahê ji herêma navborî û derbasbûna wan ber bi bakurê çemê Lîtanî ve tê pêşbînîkirin, ku leşkerên Îsraîlê dê di heyama 60 rojan de gav bi gav ji herêmê vekişin.

Biden herwiha da zanîn ku di vê pêvajoyê de ti leşkerên Amerîkî li Lubnanê xizmetê nakin û tekez kir ku ev rêkeftin bi saya xebatên dîplomatîk ên demdirêj ên bi pêşengiya Amerîka û Fransayê pêk hatiye.

Biden herwiha diyar kir ku Lubnaniyên ku ji ber êrîşên Îsraîlê koçber bûne û niştecihên cihû yên li bakurê Îsraîlê wê karibin vegerin malên xwe.

Li gorî îdiayên ku di çapemeniyê de hatin kirin beriya ragihandinê dê agirbest bikeve meriyetê, di navbera 5 hezar û 10 hezar leşkerên Lubnanî de ji sînorê Îsraîl-Lubnan heta Çemê Lîtanî ku artêşa Îsraîlê û Hizbullahê jê vekişiyan wê li herêmê bên bicihkirin.

Li gorî biryara 1701 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), firotina çekan ji bo Lubnanê an jî hilberîna çekan a li Lubnanê wê ji hêla hukûmeta Lubnanê ve were çavdêrî kirin da ku rê li ber çekdarkirina van koman li Lubnanê bigire.

Ji aliyê din ve li gor îdiayeke din a di çapemeniyê de hat gotin, "Amerîkayê soz daye, eger hat dîtin ku Hîzbullah peyman îhlal kiriye, careke din êrîşî Îsraîlê bike."

 
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.