Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres pêşwazî li agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de kir
PeyamaKurd – Ji teref Berdevka Neteweyên Yekbûyî ve derbarê berteka Guterres a li hember geşedanê de daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.
Guterres hêviya xwe anî ziman ku lihevkirin dê dawî li tundî û êş û wêraniya gelên her du welatan bîne û bang li aliyan kir ku li gorî rêkeftinê tevbigerin û erkên xwe bi tevahî pêk bînin.
Guterres diyar kir ku ew peymanê silav dikin û bang li aliyan kir ku bi lezgîn biryara 1701ê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi cih bînin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser vê yekê ku Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê (UNIFIL) û kordînatorê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Lubnanê amade ne ku piştgirîyê bidin cîbicîkirina rêkeftinê.