Lubnan, di peyama xwe ya ewil a bo hikûmeta nû ya Sûriyeyê de, jê hêviya cîrantiyeke baş dike
PeyamaKurd – Li gorî Ajansa Reutersê; Lubnanê îro di peyama xwe ya ewil de ya ji bo hikûmeta nû ya Şamê gotiye ku ew bi hêvî ye ku baştirîn peywendiyên cîrantiyê bi Sûriyeyê re hebin.
Wezîrê Karên Derve yê Lubnanê, Ebdullah Bou Hebîb di pêwendiyeke telefonî de peyamek pêşkêşî hevtayê xwe yê Sûriyê Esed Hesen Şibanî kiriye.
Lîderê nû yê demborî yê Sûriyeyê Ehmed El-Şera’a ku weke Golanî jî tê naskirin, piştî rûxandina Esed hewl dide ku bi lîderên ereb û yên rojavayî re têkiliyan deyne.
Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.