Senator James Lankford: Devera Kurdên Sûriyê ji bo Amerîka berjewendiyeke niştîmanî ye

Senator James Lankford: Devera Kurdên Sûriyê ji bo Amerîka berjewendiyeke niştîmanî ye

PeyamaKurd - Endamê Encûmena Pîran a Amerîka Sen. James Lankford, li ser piştevaniya Rojavayê Kurdistanê got, ew herêm ji bo Amerîkayê berjewendiyeke neteweyî ye.

‘Pêkhateyên herêmê di bin gefên Tirkiye û DAIŞê de ne’

Sen. James Lankford di hevpeyvîneke televizyonî de bal kişand ser êrîşên Tirkiye û komên çekdar bi ser Rojavayê Kurdistanê û deverên jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û diyar kir, li wê herêmê pêkhateyên cuda cuda dijîn, niha ew di bin gefên Tirkiyê û DAIŞê de ne.

James Lankford da zanîn, “Piştî ketina rejîma Esed, DAIŞ li herêmê çalak bûye. Hêzên me li gel HSDê gelek çalakî li dijî wan pêk anîn. Niha bi hezaran ji girtiyên DAIŞê di zîndanên ku di bin parastina Kurdan de ne. Ji ber vê yekê ev herêm ji bo me pir girîng e.”

 ‘Wê Tirkiye Kurdan serjê bike’

Sen. James Lankford li ser helwesta Tirkiyê bo hêzên Kurdî û Rojavayê Kurdistanê got: “Tirkiyê Kurdan terorîst bi nav dike. Lê belê yên ku şerê terorê li Sûriyê dikin, kurd in. Gelek caran endamên DAIŞ’ê di sînorê Tirkiyê re derbasî Sûriyê bûn da ku şerê hêzên Kurdî bike. Eger Amerîka ji herêmê vekişe wê DAIŞ ji nû ve li herêmê belav bibe. Tirkiye jî wê bi eşkereyî Kurdan serjê bike. Ji ber vê yekê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Amerîka berjewendiyeke niştîmanî ye.”

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.