HSD: Dema rizgarkirina Serêkaniyê û Girê Spî hatiye

HSD: Dema rizgarkirina Serêkaniyê û Girê Spî hatiye

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku dema rizgarkirina Serê Kaniyê û Girê Spî hatiye û ev bang li komên bi ser Tirkiyeyê ve kir: “Heta dawiya salê ji wan herêman derkevin.”

Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bang li komên paramîlîter ên bi ser Tirkiyeyê yên li Girê Sipî û Serê Kaniyê û wan malbatan kir ku ji derve hatine van herêman ku dema rizgarkirina van bajaran hatiye, lewma divê heta dawiya salê herêmê vala bikin.

Daxuyaniya HSDyê bi vî awayî ye:

 “Em weke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji gelê xwe re û ji wan kesan re dibêjin ku ji derveyî herêmê hatine herêmên dagirkirî yên Girê Spî û Serêkaniyê, dibêjin ku dema rizgarkirina van herêman ji dagirkeriya dewleta tirk û yekkirina Sûriyeyê ji dagirkeriyê hatiye. Em bang li malbatên niştecihan û çekdarên komên bi ser Tirkiyeyê ve dikin ku bi salane di bin ala Tirkiyeyê de li dijî gelê Sûriyeyê şer kirin û welat wêran kiriye, ku ji vê fersenda dawî ya fermandariya me pêşkêş dike, sûdê wergirin û vegerin bajarên xwe yên ku jê hatine.

Dagirkeriya Tirkiyeyê qet guh nade jiyana gelên Sûriyê û bakurê Sûriyê veguherandiye cihê terorê, bi vê yekê gefan li bajar û herêmên me dike. Ew dixwaze ji aloziya Sûriyê sûdê wergire û tevahiya erdnîgariya Sûriyeyê dagir bike. Divê em bi yekdestî vê dagirkeriyê têk bibin û ji welatê xwe derxînin. Ji bilî birayên me yên sûriyî tu kes destekê nade sûriyan.

Em destê alîkariyê dirêjî her çekdarî yan jî wan kesan dikin ku dixwazin bi selametî vegerin herêmên xwe yên li hundirê Sûriyeyê yan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Hêzên me û Rêveberiya Xweser soz dide ku ji bo derxistina wan a bi ewle wê parastinê bikin û misogeriya cihên aram jî dide.

Ev banga dawî ye ku fermandariya me dike Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) amadekariya operasyonên taybet dike li dijî deverên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin dikin. Lewma em bang li gelê xwe dikin ku li dora hêzên xwe kom bibin û piştgiriyê bidin me 

Malbatên ku me bang li wan kiriye, pêwîst e heta dawiya salê biryara xwe bidin. Ji bo vê yekê dikarin li ser hesabên medyaya dijîtal a bi nave ‘Vegera bi Ewle’ têkiliyê bi me re deyînin.”

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.