Li Wanê operasyona koçberan: 5 kes hatin girtin û 2 kesan şandin zîndanê
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Bêgiriyê (Muradiye) tîmên cendirman operasyonê kirin ser koçberan û di encamê de 5 koçber hatin girtin. 2 kesên gumanbar jî piştî îfadên wan hat girtin, wan şandin zîndanê.
Ragihandin, di ser hesabê medya civakî ya qeymeqamiya Bêgiriyê (Muradiye) de hat kirin û got ku tîmên cendirmeyan ji bo ber li karê qaçax yê koçberan bê girtin, xebatê kirine.
Li gor ragihandina qeymeqamiyê; kesên bûne zîndanî navên wan Z.K. û M.K. ne.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.