Muslim: Em beşek ji Sûriyê ne û em dixwazin di çareseriyê de cih bigirin
PeyamaKurd – Serokê PYDê Salih Muslim geşedanên li Sûriyeyê nirxand û got, “Em jî parçeyek ji Sûriyeyê ne û em dixwazin di çareseriyê de cih bigirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê ji bo me hemûyan rêya herî saxlem e."
Serokê PYDê Salih Muslim polîtîkaya Tirkiyeyê ya dawî ya Sûriyeyê, danûstandinên bi Şamê re û nêzîkatiya wê ya li hemberî Kurdan ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand.
'Ti pevçûnek rasterast bi HTŞê re nebû'
Salih Muslim diyar kir ku heta niha rasterast di navbera HTŞ û Kurdan de ti nakokiyek derneketiye û got, “Peyamên ku hatine wan ew e ku êrîşî Kurdan nekin û heta niha soza xwe bi cih anîne. Daxuyaniyên HTŞê yên dawî ew bû ku divê hemû hêzên çekdar ên li Sûriyeyê girêdayî Sûriyeyê bin. Em vê nêrînê bi temamî red nakin. Em jî naxwazin Sûriye parçe bibe. Eger gefên li ser gelê me bên rakirin ev yek pêkan e. Colanî jî li dijî hebûna komên di bin kontrola Tirkiyeyê de ye û dixwaze wan ji hev belav bike. Eger Tirkiye ji Sûriyeyê vekişe û dawî li hewldanên xwe yên ji bo parçebûnê bîne, em dikarin bi Colanî re li hev bikin."
Yekîtî û danûstandinên Kurd bi ENKSê re
Muslim amaje bi wê yekê jî kir ku danûstandinên wan bi ENKSê re berdewam in û got, ew dixwazin encamên erênî bi dest bixin, tevî siyaseta Tirkiyê ya rêgirtina li yekîtiya Kurdan.
Muslim got: “Em her tim alîgirê yekîtiyê bûn da ku Kurd bigihêjin armancên xwe û daxwazên xwe pêk bînin. Em niha bi ENKSê re ku bi Tirkiyê re tevdigere û me napejirîne re di nava danûstandinan de ne. Bi Koalîsyonê û birêz Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin û daxwazên xwe anîn ziman. Em plan dikin ku di demên pêş de bi partiyên din ên Kurdistanî re hevdîtinan pêk bînin. Em armanc dikin ku bi yek dengî û nûnertiya hemû gelan biçin Şamê.
Em dixwazin pirsgirêkan bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê re çareser bikin. Em jî parçeyek ji Sûriyeyê ne û em dixwazin tevlî pêvajoya çareseriyê bibin. Bi derxistina zagonan em dikarin her tiştî li ser esasê fermî deynin. Çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê ji bo me hemûyan rêya herî saxlem e.”