Rejîma Îranê li girtîgeha Nehawendê girtiyekî kurd bi dar ve kir
PeyamaKurd – Hikumê bidarvekirinê yê girtiyê kurd ê bi navê Elî Rehm Xanî xelkê Şahîwend a bajarê Çigîniyê yê Loristanê ku berî niha bi ji aliyê dezgeha dadweriya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû mehkûmkirin, li Girtîgeha Navendî ya Nehawenda Hemedanê pêk hat.
Li gorî raporeke ku gihaye Saziya Mafê Mirov a Hengawê, danê sibê girtiyê bi navê Elî Rehm Xanî (35) yê xelkê gundê Darmarayê bi ser bi Şahînwenda bi ser bajarê Çigîniyê, li Girtîgeha Navendî ya Nehawenda hatiye bidarvekirin.
Hengaw bi bi bîr dixe ku ev girtiyê kurd, berê ji aliyê dezgeha dadweriya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tometa ”madeyên hişbir” mehkûmî bidarvekirinê hatibû kirin û duh jî ji bo hikumê darvekirinê pêk bê, ew sewqî hucreya yekkesî kirine.
Hengaw diyar dike ku nûçeya bidarvekirina Elî Rehm Xanî, di medyaya rejîma Îranê de nehatiye belavkirin.
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.