HSD: Em ji hemû bijardeyên leşkerî û siyasî re amade ne
PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku ew amade ne tevlî artêşa nû ya Sûriyê bibin û hemû bijardeyên leşkerî û siyasî bi kar bînin.
Berpirsê Ragihandina HSDê Ferhad Şamî îro Sêşemê 25ê Kanûna 2024ê ji Sky News Arabia re daxuyaniyek da û got, ew amadene tevlî artêşa nû ya Sûriyê bibin, lê pêwîst e ev mijar bi berfirehî were gotûbêjkirin.
Şamî da zanîn ku ew bi her awayî ji şer re amade ne û got ku ew ji her cure bijardeyên leşkerî û siyasî re amade ne.
Ferhad Şamî amaje bi wê yekê kir ku Tirkiye hewl dide li Sûriyê zêdetir kontrola axa Sûriyê bi dest bixe û HSD rê li ber vê yekê digire.
Şamî amaje bi wê yekê kir ku di navbera Tirkiye û HSDê de li ser Minbicê ti rêkeftinek nîne û got, Amerîka bi biryar e ku di vê mijarê de bêalîbûna xwe biparêze.