Amerîkayê ji bo Hûsiyên Yemenê bi fermî daxwaz ji Iraqê kir

Amerîkayê ji bo Hûsiyên Yemenê bi fermî daxwaz ji Iraqê kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Amerîkayê daxwaz ji Iraqê kiriye ku çalakiyên Hûsiyên Yemenê li ser axa Iraqê rawestîne û nivîsîngeha wan jî li Bexdayê bigre.

Li gorî nûçeya Rojnameya Erebî Cedîd ku ji zarê berpirsekî Wezareta Derve ya Iraqê parve kiriye, “Amerîkayê bi awayekî fermî daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kiriye ku, çalakiyên Hûsiyên Yemenê li ser axa xwe rawestîne û nivîsîngeha wan jî li Bexdayê dabixe.”

Di nûçeyê de hatiye gotin, “Washingtonê şîret li berpirsên Iraqê kirine ku berewambûna çalakiyên sivîl ên wê komê li Iraqê, wê rûbirûyî zêdetir arîşeyan dike û Hikûmeta Iraqê jî vê rewşê bi cidî werdigire, ji bo ku gelê Iraqê ji rengvedanên pêşhatên welatên cîran biparêze.”

Çavkaniyê diyar kiriye, “Mumkin e çalakiyên wê komê bên rawestandin, lê Bexda hest dike ku Washington çalakiyên wan koman ji qebareyên wan mezintir berçav dike.”

Endamê Lijneya Ewlehî û Bergiriyê ya Civata Nûnerên Iraqê Elî Nîme jî ji aliyê ragihandiye, “Tirseke Amerîka û welatên din ên deverê ji hebûna Hûsiyên Yemenê li Iraqê heye, lê ew tirs nerewa ye û amadebûna wan tenê di nûnerîtiya siyasî û medyayî de sînordar e û ti pêwendiyeke wê bi aliyên ewlehî û leşkerî ve nîne.”

Baregeha Hûsiyên Yemenê li Iraqê li devera Cadiriyeyê ye. Malpera Yemen Monitorê jî ji zarê du çavkaniyên diplomasî beriya niha parve kiribû, “Hikûmeta Iraqê nivîsîngehên Hûsiyan û Îranê li ser wê daxwaza Amerîkayê haydar kirine, herwiha serkirdeyên leşkerî yên Hûsiyan ji axa Iraqê dûr xistine ku bi ketîbeyên Hizbulaha Iraqê re kar dikin.”

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.