Kazakistan: Di balafira Azerbeycanê ya ku ket de 38 kes mirin
PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê dewleta Kazakistanê Kanat Bozumbayev ragihand ku balafira Azerbeycanê ya ku li Kazakistanê ket, tê de 38 kes jiyana xwe ji dest dan.
Balafira Azerbeycanê ya rêwiyan bi sedema mij li ser bajarê Çeçenistanê li ser Grozniyê hebû, nikaribû xwe deyne balafirgeha Grozniyê û berê balafirê dabûn balafirgeha Kazakistanê. Balafir li Kazakistanê nêzî bajarê Aktauyê ketibû û 35 kes rizgar bûbûn.
Di balafirê de bi temamî 5 muretebat û 62 rêwî hebûn. Pispor dibêjin ku dibe balafir li hewayê leqayê refê çûkan (çivîk) bûbe.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.