Balafirên Pakistanê li axa Afganistanê xistin: 46 kuştî
PeyamaKurd – Rêvebiriya Afganistanê ragihand ku balafirên şer yên Pakistanê êrîş birine ser axa Afganistanê û di encamê de herî kêm 46 kes mirine.
Cîgirê berdevkê hukumeta demkî ya Afganistanê Hamdullah Fıtrat li ser mijarê daxwuyanî da. Fıtrat got ku balafir 4 caran êrîş kirine û ji bilî 46 kuştiyan 6 kes jî birîndar bûne.
Balafirên şer yên Pakistanê do bi şev jî seet di 21.00an de li devera bajarê Paktîkayê xistibûn û bombe kiribûn. Afganistan dibêje ku erîş birine ser sîvîlan lê Pakrstan dibêje ku êrîşê birine ser Talîbana Pakistanê ku li Afganistanê binecîhne û li 4 baregehên TTPê xistine.
Afganistan xwe nerazî dike û dibêje ku wê bersiva Pakistanê bidin.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.