Urdun amadeye ku elektrîkê û petrolê bide Sûriyê

Urdun amadeye ku elektrîkê û petrolê bide Sûriyê

PeyamaKurd – Hukumeta Urdunê ragihand ku ew amadene xizmeta elektrîkê û petrola ku îtxal bikin, sewqî Sûriyê bikin. Ajansa fermî ya Urdunê PETRA, di nüce ya xwe de got ku di civîna îro ya encumena wezîran de, wezîrê enerjiyê û çavkaniyên madenan Salih Ali Hamid el-Harabşe li ser pêdiviya enerjiya li Sûriyê rawestiyane.

Harabşe gotiye ku ew amadene hinek ji pêdiviya enerjiya Sûriyê temîn bikin û ji bo rewşa şebeka elektrîka Sûriyê lêkolin, dikarin heyetekî teknîkî bişînin Sûriyê. Her weha petrola ku ji derve îtxal bikin, dikarin bişînin Sûriyê. Li ser mijarê, serokwezîrê Urdunê Cafer Hassan behsa fermana qral Abdullahê em kir û got:

“Çi pêdiviya birayên me yên Sûriyê hebin em ê destekê bidin wan. Em dixwazin îstîqrar û aramiya Sûriyê hebe û ev aramî wê li ser îstîqrar, aramî û geşepêdana Urdunê bandorên erênî bike. Em amade ne di seha tenduristiyê, gihandin, enerjî û avê de destekê bidin Sûriyê.”

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.