Sûriye | Li Tertûsê di navbera çekdarên herêmê û HTŞê de şer derket

Sûriye | Li Tertûsê di navbera çekdarên herêmê û HTŞê de şer derket

 PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li gundê Xirbet El Mizeyê yê parêzgeha Tertûsê ya Sûriyê şer di navbera çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û çekdarên xwecihî de derket.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundê Xirbet El Mizeyê yê parêzgeha Tertûsê şer û pevçûn di navbera çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê û çekdarên xwecihî de derketiye.

Li gorî SOHRê, di encamê de otomobîleke çekdarên HTŞê ji aliyê çekdarên xwecihî ve hatiye şewitandin ku kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.

Hate diyarkirin, şerê li Tertûsê piştî ku çekdarên HTŞê xwestine malên gundiyan kontrol bikin derketiye ku çekdarên xwecihî ew yek red kirine.

Pişî bûyera şer Îdareya Operasyonên Leşkerî ya HTŞê hêzeke mezin şandiye herêmê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li gundê Mizêrheyê yê Laziqiyeyê, li nêzîkî vîlaya Wesîm Esedê pismamê Beşar Esed 14ê mehê şer di navbera çekdarên Feyleq El Şamê û çekdarên girêdayî rejîma Beşar Esed ve derketibû.

Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.