Erdogan: Armanca Tirkiyê li her deverên Sûriyê aramî û ewlehî ye!

Erdogan: Armanca Tirkiyê li her deverên Sûriyê aramî û ewlehî ye!

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, îro 25ê Kanûnê di gotara koma partiya xwe ya Parlamentoya Tirkiyê ya AK Partiyê de kêfxweşiya xwe bo hilweşandina rejîma Esed a Sûriyê anî ziman û got, li her derê Sûriyê tevî ala nû ya Sûriyê ala Tirkiyê jî bi xweşî tê pêşwazîkirin.

Erdogan, “Sûriye çiqas zûtir xwe ji nû ve birêxistin bike, ji bo Tirkiyeyê baştir e û hikûmeta Tirkiyeyê dikare biryara vegera bi dilxwazî ya ​​penaberên Sûrî bo welatê xwe bide.”

Erdogan herwiha gef li HSD/YPGê xwar û diyar kir, “Em wek mafê xwe dibînin ku em hemû rê û rêbazan ji bo têkoşîna li dijî terorê bikar bînin, da ku em bibin xwedî Tirkiyeyeke paqij û bêteror. Em ê PKKê ji nav dibin. Armanca Tirkiyeyê tenê ew e li her devereke Sûriyeye aramî û ewlehî hebe.”

Erdogan diyar kir, hikûmeta Tirkiyê dê alîkariya her penaberekî bike ku bixwaze vegere Sûriyeyê, lê ti kesî bi zorê venagerîne.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.