Mesrûr Barzanî Roja Jidayikbûna Îsa Mesîh pîroz kir

Mesrûr Barzanî Roja Jidayikbûna Îsa Mesîh pîroz kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 24ê Kanûnê bi boneya Cejna Jidayikbûna Pêxember Îsa Mesîh peyameke pîrozbahîyê belav kir.

Serokwezîr Barzanî, Cejna Mesîh li hemû Xiristiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Bi boneya Cejna Jidayikbûna Pêxember Îsa Mesîh (silavên Xwedê lê bin) pîrozbahiyê li Kiristiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û hêviya cejn û betlaneke aram û pir xweşî ji wan re dixwazim.

Kurdistan hertim bûye welatê pêkvejiyana ol û ayînên cuda. Pêwîst e em hemû çanda pêkvejiyana aştiyane bipêş bixin û aştiya civakî, biratî û yekitiya di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê de bihêz bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de jî diyar kir: “Cejna Jidayikbûnê pîroz be û her dem di xweşiyê de bin.”

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.