Wezîrê Karên Derve yê Îranê: Li Sûriyê di demek nêzîk de wê guhertinên mezin çêbibin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê: Li Sûriyê di demek nêzîk de wê guhertinên mezin çêbibin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Irakçî têkildarî geşedanên dawî yên li Sûriyeyê jî got, "Wê di demeke nêz de li Sûriyeyê guhertinên mezin çêbibin."

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Iraqçî di daxuyaniya xwe ya li Tehranê de derbarê rewşa nû ya Sûriyê de nirxandinan kir.

Irakçî got, “Li Sûriyê di demek nêz de guhertinên mezin çêdibin. "Yên ku behsa serkeftinên li Sûriyê dikin, bila hinekî din li bendê bin."

Irakçî li ser rewşa Yemenê û nakokiyên di navbera Hûsiyan û Îsraîlê de jî wiha got: “Hûsiyên Yemenê di şerê li dijî Îsraîlê de ne hewceyî alîkariya Îranê ne. Wî herwiha got: "Lê belê Îran dê bi hemû derfetên xwe piştgiriya gel û hêzên berevaniyê yên Yemenê bike."

Iraqçî ragihand ku yemeniyan li hember êrîşên giran ên hevpeymaniya Amerîka û Îsraîlê li ber xwe dane û bi moşekên xwe xalên hestiyar ên Îsraîlê kirine armanc.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê nirxand: "Îranê her tim piştgirî daye hemû endamên eniya berxwedanê û dê bidome."

Irakçî diyar kir ku Yemeniyan ji bendewariyê wêdetir serkeftinên bi dest xistine û wiha got: “Berxwedana gelê Yemenê piştgiriya ku ji Hamas û komên Filistînê re tê dayîn jî xurtir kir. Ev rewş ji bo gelek beşên civakê geşedaneke neçaverêkirî bû."

 
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.